Ce derva camp!

Em li derveyî kampan mafê kar û jîyanê dixwazin – bo me hemûyan.

Ev daxuyanîya ji Trampolinhusetê – kolektîveke penaberan e li Danmarkê – bersiva me ye bo pêşniyara hukûmeta Danmarkê ku hejmareke penaberan bikarin li derveyî kampan bijîn û kar bikin.

Em mirov in ku me serî li destûra rûniştinê daye li Danmarkê. Em ji îşkence, bindestkirin û alozîyê revîn. Tiştên ku me dîtî hûn nikarin di xewnên xwe da bibînin. Gelo hûn ban şûna me hewe jî şûbî me nedikir?

Nihe em di kampên girtî da dijîn, em ji jîyana normal ya civatê dûr dimînin, me destûra kar û perwerdeyê jî nîne. Lê şiyan û tecrubeyên me hene û em jî dixwazin tiştek ji destê me bêt. Dîsa ve hewe em pasîfîze kirin. Em tinê li hêvîya dimînin û dimînin.

Encamên vê rewşa me jî aşkera ne: depresyon û bêhêvîtî. Heçku em mehkûmên zîndanê ne. Heke em mehkûm ban qet nebe me dizanî kengî em dê azad bin.

Em jî mirov in li Danmarkê ku dibêjin: “Eve jî problema me ye!”. Em li vê civatê bi hev ra dijîn, belêm hejmareke mezin nikarin beşdarî hevkarî û karê civatê bibin. Ecêb e ku li Danmarkê hinde zêde li ser integrasyonê tête axivtin û hind pare tête bi kar înan li ser cudakirin û îzolasyona xelkê. Eve berze kirine – berzekirina jîyanê.

Sîstemê penaberîyê li Danmarkê yê herî dijwar e li Ewrûpayê ye. Sîstemek e ku gelek mirovan diêşîne. Mirov nîveka şevê têne girtin û têne deport kirin. Gelek mirov ditirsin ku sîstem dê wan rêbike cihên bi zulm û bê ewlehî. Ditirsin ku dê êşeke mezin bibînin.

Eve sîstemekî absurd û neheq e.

Pêşniyara nihe – li ser serbestkirina kar û jîyana derveyî kampên penaberan piştî 6 heyvên destpêkê – pêcûneyeke giring e li ser rêya rastîyê. Di şertnameya me da dinivîse ku divêt hukûmet mafên me û mafên hemû penaberan qebûl bike.

Em hemû dixwazin paşerojeke bi hev ra avabikin. Kes naxwaze bi tinê bimîne – ne li kampên îzole anjî li nav neteweyekî îzolekirî. Daxwaz û hedefa me ew e ku – bi kêmasî – 6 heyv piştî hatina Danmarkê hemû mirovên ku li nav sîstemê penaberîyê ne, bikarin kar bikin û bişên li derveyî kampan bijîn.

Trampolinhuset û hevalên wê.